Ukrayna Dibêje Muşekên Rûsî li Pivdennyi li Gemîyeke Garishilgir Xist

Gemîyeke ji Saint Kitts and Nevis li Derya Reş

Wezareta Nûvekirinê ya Ukrayna roja Duşemê ragihand ku Rûsyayê di 6’ê Cotmehê de êrîşeke muşekî biriye ser bendera Pivdennyi û di encamê de keştîyeke sivîl ya bi barê garisan zarar dîtîye.

Wezaretê dîyar kir ku ti xebatkarên wê keştîyê birîndar nebûne.

Wezareta Nûvekirinê herwiha ragihand ku ev keştîya sivîl ya 20’an e ku jiber êrîşên Rûsyayê zîyan dîtîye.

Cîgirê serokwezîr Oleksîy Kuleba got ku êrîşên Rûsî bandor li ser operasyona serketî ya korîdora xwarinê ya deryayî ya Ukrayn dike û ewlehîya xwarinê ya cîhanî dixe xeterîyê, lê Moskow red dike ku ew êrîşî armancên sivîlan dike.

Di destpêka Îlonê de heman keştîya barhilgir li Derya Reş bi muşekeke Rûsyayê hatibû lêdan. Piştre, keştîyeke din ya sivîl, di êrîşek muşekî ya Rûsî de li bendera Odesa ya Ukraynî zarar dîtibû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Rûsya ji dema dagirkirina xwe ya li Ukrayna ya ji Sibata 2022’an vir ve gelek caran li heman bendera Pivdennyi kiriye armanc.

Jêder: Reuters