Rûsya Dibêje Hêzên Wê bi Êrîşeke Mezin Tora Enerjî û Veguhastina Çekan ya Ukraynî Kir Armanc

Rûsyayê îro Duşemê ragihand ku di encama êrîşa wê ya hêzdar ya ser Ukrayna de binesazîya elektrîkê û sîstema hesinrêyan ku çek û cebilxane dibin xeta şer ya zarar dîtine.
pêşîn ve asteng kiriye.

Karbidestên Ukraynî demeke zûtir ya îro Duşemê gotibû ku hêzên Rûsî îro sibê pirtir ji 100 muşek û nêzî 100 dron avêtine ser wan û herî kêm 5 kes kuştin û kargehên enerjî yên li seranswer welêt kirine armanc.

Wezareta Berevanî ya Rûsya bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji esman û deryayê roket avêtine û li 9 herêmên Ukrayna li binesazîyên elektrîkê û li 3 herêman jî li îstasyonên şidandina gazê xistine.

"Îro danê sibê hêzên çekdar yên Federasyona Rûsî bi çekên armancxist yên menzîldirêj yên esmanî û deryayî û bi firokên şerker yên taktîkî û dronan li dijî navendên binesaziya enerjî yên girîng ku piştgirîya pîşesazîya leşkerî ya Ukrayî dikin, êrîşeke mezin pêk anîn.”

Daxuyanîyê herwiha got ku depoyên cebilxaneyên firokên ku ji hêla welatên Rojavayî ve ji Kîevê re hatine dayîn jî bûne armanca êrîşên wan.

"Hemû armancên dîyarkirî hatin lêdan û di encamê de peydakirina elektrîkê û veguhestina çek û cebilxaneyan ya bi rêya trenan ya jibo xeta şer sekinîn," daxuyanî got.

Jêder: Reuters