Rûsya Dibêje Hêzên Wê li Dora Moskowê Sê Dronên Ukraynî Xistine

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku hêzên wê îro Sêşemê bi kêmî ve sê dronên Ukraynî anîne xwarê ku dixwestin êrîş bibin ser Moskowê.

Li gor ragihandina wê wezaretê, dron li herêmên Kaluga û Tver yên li dora Moskowê û Istra ya bajêr hatine pûç kirin.

Bajarvanê Moskowê Sergei Sobyanin dîyar kir ku armanca dronan êrîşa dijî paytextê ye û got ku dronekê zarar daye kargeheke herêma Istra.

Sobyanin da zanîn ku drona li herêma Tverê li gundê Zavidovo ketiye û
wekî din ti zarar çênebûye û ti kuştî û birîndar çênebûne.

Medyaya devletê ya Rûsya dîyar dike ku li Zavidodvo mala fermî ya serokomarê welêt heye.

Avahîyên Serokê Rûsya Vladimir Putin ku li Novo-Ogaryovo ya li Moskowê û li Qesra Kremlîna Mezin in.

Ajansên Rûsî didin zanîn ku îro Sêşemê bi qasî 50 firînên ji firîngehên li dora Moskowê hatine betal kirin yan paş xistin.

Êrîşên dronî yên dijî Rûsya ji meha Gulanê vir ve zêdetir bûne.

Jêder: Reuters