Rûsya ji Ukraynîyan re Pêvajoya Welatîbûnê Hêsantir Dike

Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Duşemê biryarnameya welatîbûnê ya bo temamê welatîyên Ukrayna îmza kir.

Ajansa Reutersê ragihand ku biryarnameya ku li ser malpera hikûmetê hat weşandin, jibo Ukraynîyan hêsanî çêdike ku ew bibin hemwelatîyên Rûsya.

Rûsya di rojên borî de bo rûniştvanên herêmên Luhansk û Donetskê prosedura welatîbûnê hêsan kiribû.

Moskowê xêncî wan herêmên ku serxwebûna xwe ragihandindine, bo rûniştvanên Kherson û Zaporizhzhia jî prosedurên welatîbûnê hêsan kiribû ku ew herêm niha di bin kontrola hêzên Rûs de ne.

Bi biryarnameya dawî ya berfirehkirî, tevahîya hemwelatîyên Ukrayna wê bikaribin bi awayekî hêsan bibin hemwelatîyên Rûsya.