Hêzên Rûsî Bajarekî Din yê Ukraynî Kontrol Dikin

Bajarokê Toretsk ya herêma Donetsk (Arşîv)

Artêşa Ukraynî, kêmtir ji hefteyekê piştî ketina bajarokê Vuhledar, ragihand ku hêzên Rûsî ketine dora bajarê Toretsk ya li rojhilata Ukrayna.

Berdevka Koma Operasyonên Taktîkî "Luhansk" Anastasiia Bobovnikova ji televîzyona netewî ya Ukraynî re got ku rewş ne aram e, şer bi rastî li her alîyê bajêr diqewime û Rûs ji alîyê rojhilat ve ketine bajêr.

Wezareta Berevanî ya Rûsî li ser wê ragihandinê ti daxuyanî nedaye, lê roja Duşemê gotibû ku hêzên wê zîyan gihandine leşker û alavên Ukraynî yên nêzî Toretsk û çend wargehên deverê.

Blogvanên leşkerî yên Rûsî, ku di nava wan de komeke pisporên leşkerî yên kanala Telegramê ya navdar Rybar jî hene, got ku leşkerên Rûsî ber bi navenda bajarokê ve pêşve diçin.

Pêşveçûna hêzên Moskowê - mîna girtina Vuhledar ya hefteya borî – xurtbûna Rûsya ya di warê mirov û alavan nîşan dide, di vê demê de ku Ukrayna bi xurtî daxwaza pirtir çekan ji hevbendên xwe dike.

Rûsya, ku niha hinek kêmtir ji % 20 axa Ukraynî kontrol dike, ji Tebaxê vir ve ber bi Toretsk ve pêşve diçe. Hêzên pêyade yên Rûsî bi awayekî zêdekirî bombeyên rênîşander yên pir wêranker dixebitînin û gund bi ser gundan dixin bin kontrola xwe.

Bi vê rewşa ku Ukrayna pirtir axa xwe ji dest dide, Serok Volodymyr Zelenskiyy ferman da fermandarên payebilind ku hemî tiştên pêkan bikin ku pêşveçûna Rûsan ya li ser xeta pêşîn sînordar bikin.

Bajarokê Toretsk ev 10 sal in ku jibo Ukrayna xaleke pêşî ya parastinê ye jiber ku nêzîkî herêmên Ukraynî ye ku di sala 2014’an de ji hêla cudaxwazên bi piştgirîya Rûsya ve hatine veqetandin.

Girtina bajarê Toretsk jibo Moskowe girîng e jiber ku armanca Serokê Rûsî Vladimir Putin ya girtina herêma Donbasê nêzîktir dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ew bajar heta sala 2016’an bi navê serdema Sovyetê, Dzerzhinsk dihat zanîn ku navê xwe ji damezrenerê sazîya polîsên nepênî, Feliks Dzerzhinsky biribû.

Jêder: Reuters