Rûsya Dibêje bi Kuştina Nasrallah Xeterîya Şerekî Herêmî Mezintir Bûye

Kremlîn îro Duşemê kuştina rêberê Hizbullahê, Hasan Nasrallah ya bi êrîşeke esmanî ya Îsraîlê şermezar kir.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji rojnamevanan re got ku alîyê Rûsî wan kiryaran şermezar dike jiber ku êrîşên wiha dibin sedema têkçûna aramîya herêmî û rê li ber îhtîmala şerekî mezin li Rojhilata Navîn vedike.

"Xala herî girîng ew e ku bombebaranên wiha ya çavkorkî ya ser deverên sivîlan li Lubnanê hejmareke mezin ya mirovan, ku ew jî dibe sedema krîza mirovî ya mîna li Gaza.”

Peskov dîyar kir ku Moskow jiber rewşa heyî li Gaza di nava fikara herî mezin de ye.

Operasyonên tund yên Îsraîlê yên ser Hizbullahê li Lubnanê tirsa civata navnetewî zêde kriye ku dikane bibe sedema şerekî berfireh yê Rojhilata Navîn ku Îran jî tê de bibe alîyekî.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov di dawiya hefteyê de gotibû ku kuştina Nasrallah kiryareke sîyasî ye. Wî bang li Îsraîlê kiribû ku şerê li Lubnanê dempdest bisekinîne.

Jêder: Reuters