Wezareta berevanî ya Rûsya îro Pêncşemê ragihand ku hêzên wê li rojhilata Ukrayna gundê Yasnaya Polyana xist bin kontrola xwe û ew li herêma Donetsk jî pêşve diçin.
Yasna Polyana, gundekî piçûk e ku şênîya wê ya berîya şer ji 500 kesan hindiktir bû û 22 km li başûrê rojavayê Kurahove ye.
Hêzên Rûsî ev çend hefte ne ku li herêma rojhilata Ukrayna pêşve diçin, bi dehan gund û nahîye bi dest dixin û nêzî bajarokê pîşesazî Kurakhove û navenda lojîstîkî ya mezin ya Pokrovsk dibin.
Artêşa Ukraynî îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Rûsî şeva borî êrîşêî pireke stratejîk ya ser ava Bilhorod-Dnistrovskyi li herêma Odesa ya başûrê Ukrayna kiriye.
Pira ku jibo tren û otomobîlan girêdaneke girîng e, û ji destpêka dagirkirîya Rûsya vir ve gelek caran bûye armanc, lê dîyar nebûye ku ew pir di êrîşa dawî de zarar dîtîye yan ne.
Artêşa Ukraynî got ku hêzên Rûsî bi 2 muşekên Îskender yên balîstîk û 8 muşekên rênîşander ew êrîş pêk anîye û hêzên Rûsî herwiha jibo êrîşkirina ser bajarokê Kramatorsk ya li rojhilatê, du muşekên balîstîk bi kar anîn.
Hêza esmanî ya Ukrayna jî ragihand ku wê di şevekê de 17 ji 43 dron û 2 muşekên rênîşander yên Rûsî xistine xwarê.
Hêza esmanî got ku “23 dron jî hinda bûne û 3 dronên din jî ji qada esmanî ya Ukrayna derketine. Sstemên berevanîya esmanî li neh herêmên Ukrayna û paytext Kîevê hat xebitandin,” hêza esmanî got.
Li gor agahîyên destpêkê yên karbidestên Kîevê, bermayîyên dronên li qadeke vekirî şewat derxistiye, xeteke elektrîkê û pencereyên du avahîyên sivîlan û avahîyeke revebirîyê rûxandine.
Jêder: AFP