Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku ew dê bi Çînê hîndarîyên hevbeş yên li deryayê çêkin.
Ew hîndarî dê di navbera 21 û 27ê Berfanbarê de çêbin. Rûsya û Çîn wan hîndarîyan ji 2012yan vir ve li dar dixin.
Li gor daxuyanîya Wezareta Berevanî ya Rûsya armanca wan hîndarîyan, xurtkirina hevkarîya li deryayê û parastina aştî û îstiqrara li Asya-Pasîfîkê ye.
Rûsya ji destpêka dagirkirina Ukrayna vir ve hewil de hevkarîyên xwe yên sîyasî, ewlekarî û sîyasî yên bi Çînê re xurt bike.
Her du dewletan çend rojan berî şerê Moskow û Kîevê destpê bike hevkarîya stratejîk ya bêsînor îmza kiribû.