Reuters: Li Ukrayna 315,000 Leşkerên Rûsî Mirine yan Birîndar Bûne

Leûkerên Rûsî li stasyona Prudboi ya li Volgograd (Arşîv)

Jêderekî nêzî îstixbarata Amerîka ji Reutersê re got ku jiber şerê li Ukrayna 315,000 leşkerên Rûsya hatine kuştin û birîndar bûne.

Jêderê Amerîkî got ku rapora îstixbarata dide zanîn ku leşkerên Rûsya yên hatine kuştin û birîndar bûne 90 ji sedê leşkerên wî welatî ne.

Rapor dîyar dike ku bi kuştin û birîndarbûna leşkeran û hindakirina maşîneyên zirxî li Ukrayna, Rûsya di modernîzasyona artêşê de 18 sal paşve çûye.

Balyozxaneya Rûsya, Wezareta Berevanî ya û Rûsya û karbidestên Kremlînê ser vê raporê hîn ti şirove nekirine.

Jêderê nêzî îstixbarata Amerîkî li vê demê ser raporê axifî ku Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jibo piştgirîyê li Washingtonê ye.

Ew jêder dibêje ku raporên îstixbarata Amerîka nîşan didin ku Rûsya Sibata 2022’yan bi 360,000 leşkeran dest bi dagirkirina Ukrayna kiriye.

Li gor wî jêderî jiber hindakirinên mezin yên di şerê Ukrayna de, Rûsya neçar maye ku şertên leşkerîyê sivik bike û sîvîlên kal bişîne Ukrayna.

Rapora îstixbarata Amerîka dide zanîn ku artêşa Rûsî bi 1300 maşîneyên zirxî li qada şer maye û neçar maye ku bi tankên T62 yên salên 1970’î piştgirîyê bide hêzên xwe.

Jêder: Reuters