Ukrayna Dibêje di Êrîşên Rûsya de 4 Kes li Kharkivê Hatine Kuştin

Karbidestên Ukraynî îro Sêşemê ragihand di pêlên êrîşên Rûsî yên ser her du bajarên mezin, Kharkiv û Kîev de herî kêm 4 kes hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Karbidestekî xwecîhî ji Reutersê re got ku jiber topbarana Rûsya ya ser bajarê 2 kesên din hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Hêzên Rûsî hema hema her şev bi firokên bêmirov êrîşî herêmên Ukrayna dikin û artêşa Ukraynî ragihand ku şeva borî wan 26 ji 48 firokên bêmirov xistine xwarê.

Bajarvanê Osnovianskyi Ihor Terekhov di kanala xwe ya Telegramê de got di bombebarana Rûsya ya ser devera Osnovianskyi de ku 4 kes hatin kuştin.

Bajarvanê Kîevê, Vitali Klitschko jî ragihand ku li paytêxtê bermayîyên drona pûçkirî ya Rûsî ket erdê û 6 kes birîndar kirin û avahîyeke sivîlan jî şewitand.

Klitschko di kanala xwe ya Telegramê de got ku yek ji kesên ku jiber mayînan li taxa Solomianskyi ya Kivê birîndar bû, ji nexweşxanê re hate rakirin û çend otomobîl jî şewitîn.

Artêşa Ukraynî dibêje ku hêzên parastina esmanî hewil da ku êrîşeke dronî ya Rûsan ya ser bajêr pûç bike û bermahîyên drone jî li devera Sviatoshynskyi ya li rojavayê Kîevê ketin.

Di êrîşên danê sibê yên li Kharsonê de, walî Oleksandr Prokudin li ser Telegramê got ku qurbanîyên topbarana Rûsya zilamekî 62 salî û jineke 66 salî bûn.

Herêma Kharson di nava enîyên şer de maye û bi awayekî rêkûpêk dibe armanca top, dron û muşekên Rûsî, lê Moskowê ku armancgirtina sivîlan red dike, derbarê êrîşan ti daxuyanî nedaye.

Di şerê du sal û nîv de bi hezaran mirov hatine kuştin ku piranîya wan Ukraynî ne û bajar û gundên Ukraynî qulipîne kavilan.

Jêder: Reuters