Ruhanî: Ger Amerîka Lêborînê Bixwaze Em Dikarin Dest bi Danûstandinan Bikin

Serokê Îranê Hasan Ruhanî dîyar kir ku ger Amerîka jiber vekişîna ji peymana lêborî ji wan lêborînê bixwaze ew dikarin dest bi hevdîtinan bikin.

Amerîka, bi biryara Serok Donald Trump ji peymana navokî ya sala 2015’an vekişîbû, dijî Îranê toleyên nû ragihandibûn û girjîya di navbera her du dewletan de gur bûbû.

Rêvebirîya Tehranê, her çiqas Washington behsa peymaneke nû dike jî naxwaze bi Amerîka re dest bi danûstandinan bike.

Wê rêvebirîyê dîyar dikir ku bo hevdîtin destpê bikin divê Amerîka berê vegere peymana navokî û toleyan jî bi dawî bike.

Trump, di serê mehê de ji Twitterê bang li Îranê kiribû ku ew bo peymaneke navokî ya nû dest bi hevdîtinan bikin.

Wî ji Îranê xwestibû ku ew bernameya xwe navokî û xebatên bo muşekên balîstîk sînordar bikin û rola xwe ya di pevçûnên herêmî de jî biqedîne.

Hasan Ruhanî, ser banga Trump îro Çarşemê axifî.

‘’Ger Washington, hemî berpirsîyên xwe yên di peymana navokî de bi cîh bîne, ji Tehranê lêborînê bixwaze û zararên bi vekişîna ji peymanê bide, em dikarin dest bi danûstandinan bikin.’’ Ruhanî got.

Ruhanî îdia kir ku bangên Trump ‘’derew’’ û ‘’gotinên pûç’’ in.

Wî di axaftina xwe de dewletên Ewrupa jî rexne kir û da zanîn ku ew li gor peymana navokî tevnagerin.