Walîtîya Ruha Hemî Meş û Mîtîngan bo 15 Rojan Qedexe Dike

Walîtîya Ruha îro Duşemê ser çalakîyên rûniştinê, preskonferans, meş, mîtîng, greva xwebirçîkirinê, konvegirtinê û vekirina standan qedexe ragihand.

Biryara qedexeyan îro ket merîyetê û dê heta 23:59 ya 5’ê Berfanbarê bidome.

Li gor daxuyanîya Walîtîya Ruha ew biryar ser operasyonên dawî yên Tirkîyê hatiye ragihandin.

Walîtîya Ruha dîyar kir ku hêzên ewlekarîyê li nav welêt û li Derve operasyonên serketî li dar dixin û weşanên nêzî Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) li hember wan operasyonan bangên provokatîf dikin.

Di serî de Kobanê, hin gund û bajarokên li bakurê Sûrîyê li sînorê Ruha ne ku li gor medyaya Kurdî hêzên Tirk êrîşan dibin ser wê herêmê jî.

Operasyonên dawî yên Tirkîyê yên li Îraq û Sûrîyê piştî peqîna li Stenbolê destpê kirin.

Tirkîye ser êrîşa li Stenbolê, PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tawanbar dike, lê ew didin zanîn ku peywendîya wan bi êrîşa Stenbolê re tuneye.