Bajarvanê Ruha Gulpinar ji Partîya Jinûve Refahê Vekişî

Kasım Gülpınar Serokê Bajarvaniya Ruhayê

Bajarvanê Ruha Mehmet Kasim Gulpinar ragihand ku ew ji Partîya Jinûve Refahê (YRP) vekişîye.

Gulpinar, ku karvekişîna xwe bi vîdyoyekê ragihand, dîyar kir ku ewê wek bajarvanekî serbixwe karê xwe bidomîne.

Gulpinar di daxuyaniyê de dibêje, ‘’Jibo em dawî li wan rewşên dikevin rojeva me bînin, jibo em bala xwe bidin ser xizmetên baştir yên seba Ruha, bi fikra hevbeş ya gelê me, me biryar da ku em karên xwe wek serbixwe bidomînin.’’

Wî got ku ew bawer dike ku ewê bi awayekî serbixwe jibo Ruha pirtir yekîtîyê çêke.

Gulpinar, ku di Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de 4 dewran parlamanter bû, berî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ji wê partîyê vekişîbû.

Sîyasetvanê Ruhayî, ku demekê wek şîretvanê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî kar kiribû, jiber ku AKP’ê Bajarvanê berê Zeynel Abîdîn Beyazgul jinûve kiribû berbijar karvekişîna xwe ya ji wê partîyê ragihandibû.

Gulpinar derbazî YRP’ê bûbû û bi 38,87 ji sedê dengan bûbû Bajarvanê Ruha.

YRP’ê di hilbijartinên herêmî de li 2 bajaran, 33 bajarokan û 14 beldeyan bajarvanî bi dest xistibûn.

Di rojên borî de, dema salvegera avabûna AKP’ê, 8 bajarvanên ji YRP’ê hatibûn hilbijartin derbazî AKP’ê bûbûn.

Gulpinar li ser îdiayên beşdarîyê li AKP’ê gotibû ku hemwelatî li ku bixwazin ewê li wir be.

Jêder: NTV