Wezîrê Derve yê Amerîka Rubio: Sekinandina Şerê Rûsya û Ukrayna Wê Sîyaseta Me ya Fermî Be

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio îro Sêşemê got ku sekinandina şerê Rûsya û Ukrayna wê sîyaseta fermî ya welêt be.

Rubio dîyar kir ku di rêvebirîya Serok Donald Trump de wê armanc teşwîqkirina jibo aştîyê be.

Berbijarîya Rubio, ku berê senator bû, do Duşemê bi yekdengî hat pejirandin û wî îro Sêşemê bi sondê dest bi kar kir.

Wî hefteya borî di rûniştina pejirandinê de gotibû ku hem Rûsya û hem Ukrayna divê jibo sekinandina şer hin gavan bavêjin.

Rubio dîyar kiribû ku Ukrayna dixwaze ku hemî axên di deh salên dawî de ketine destê Rûsya paşve bistîne, lê gotibû ku divê Kîev dest ji wê daxwazê berde.

Wezîrê nû berî merasîma sondê di kanala NBC de jî ew gotin dubare kiribûn.

Serokê berê yê Amerîka Joe Biden piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kiribû bi mîlyar dolaran çek şandibûn Ukrayna.

Trump di kempeyna xwe de dîyar kiribû ku ewê dawî li şerê Rûsya û Ukrayna bîne, lê ti hûrgilî nedabû.