Tirkîye 72 Saet Didee Dezgehên Ragihandinê yên Navnetewî ku Destûrê Wergirin

An official for RTUK, left, takes notes in the master control room of IMC TV in Istanbul, Turkey, Oct. 4, 2016.

Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) îro Çarşemê 3 saziyên ragihandinê yên navneteweyî re bi sedema ku destûrnameya wan ya weşanê ya li ser înternetê tune ye, hişyar kir.

RTUK'ê 72 saet dem daye Dengê Amerîka, Deutsche Welle û Euronewsê bo destûrnameya weşanê (lîsans) serlêdanê bikin.

RTUK'ê ser biryarê daxuyanîye fermî neda lê 2 endamên wê Îlhan Taşci Okan Konuralp ev yek eşkere kirin.

Taşci RTUK jiber bi tundî rexne kir û got ku 'armanca sereke azadîya ragihandinê û pirdengîy e.

Taşci got ku biryar bi piranîya dengên endamên RTUK'ê hatiye girtin.
Îlhan Taşci ragihand ku cara yekê ye ku RTUK mafê xwe yê kontrolkirinê bo malperên http://amerikaninsesi.com, http://dw.com/tr û http://tr.euronews.com, malperên ragihandinê yên navneteweyî, bikar tîne.

Hevdem, wî destnîşan kir ku heke wan 3 sazîyana di nava 72 seatan de serlêdana lîsansê nekin, wê weşanên wan werin qedexe kirin.

" Piştî medyaya neteweyî, dem hat ku malperên nûçeyan yên navneteweyî werin kontrol kirin û bêdeng kirin. Bi dîtina RTUK'ê ya ku dibêje "di malperê de vîdeoyek heye, divê lîsans hebe" tu malpereke nûçeyan ya ku neyê kontrolkirin wê tune be! Armanca sereke azadîya ragihandinê û pir dengîye. Ya ku tê xwestin divê medya bêdeng be û rexne neke ye," Taşçi got.

Herwiha, Taşci balkişand ku Qanûna ku mafê nirxanin yan jî kontrolkirina weşanên înternetê dide RTUK'ê di 2019'an de, hatiye derxistin.

Lê, pir balkêş e ku malperên nûçeyan yên biyanî piştî sê salan hat bîra RTUK'ê.

" Wisa xuya dike ku wê berdewamîyên wê biryarê werin! ”
Endamê Konseya Bilind yê RTUK'ê Okan Konuralp jî ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ev biryar rexne kir.

"Biryara ku bi piranîya dengan hatiye girtin, bandoreke rapora medyaya navneteweyî ya SETA'yê ya 2019'an e. Lê, ev gava tepisandina medya navneteweyî jî mehkûmî têkçûnê ye." Konuralp got.