Erdogan: Ku Êrîşên Ser Îdlibê Bidomin, Em Dikarin Operasyonekê Bikin

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku ger rewşa li Îdlibê bi demûdestî neyê çareser kirin, Tirkîye dikane operasyoneke leşkerî li wê herêmê bike.

Erdogan li Enqerê got ku Tirkîye nikare barê hatina pêleke nû ya penaberan hilgire.

“Dema gef li ser axa welatê me hebe, emê hemî gavên pêdivî bavêjin û li Îdlibê jî emê bê dudilî heman tiştî bikin ku rewş vegere asta normal.”

Wî bi berdewamî got ku ewê rê li ber gefên ser welatê bigirin û ger pêdivî be, wek sê carên berê li nav axa Sûrîyê, careke din rêbazên leşkerî jî bi kar bînin.

Erdogan roja Çarşemê jî gotibû ku Enqere nema dikare hember êrîşên artêşa Sûrî yên li Îdlibê bêdeng bimîne.

Wî bang li Rûsya kiribû ku helwesteke zelal nîşan bide û hêza xwe ya ser hikûmeta Sûrî bi kar bîne ku operasyona lio Îdlibê bisekînine.