Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku biryara dadgeheke Amerîkî ya sucdarkirina 19 kesan, ku 15 ji wan parêzkarên wî yên fermî ne, biryareke pir çewt e.
Erdogan got ku parêzkarên wî hewil didan wî ji endamên komeke Kurd ya qedexekirî biparêzin jiber ku polîsên Amerîkî karê xwe bi rekûpêkî nekirin.
“Biryar bi zelalî nîşan dide ku sîstema dadwerî li Amerîka çawa bi awayekî skandalî û şçewtî dixebite. Ezê vê mijarê, di sardana meha pêş de li Newe Yorkê, bînim rojeva hevdîtina xwe ya ligel Serok Trump.”
Şîroveyên Erdogan piştî eşkerekirina îdianameya tê ku 19 kes jiber êrîşkirina ser xwepêşandarên aştîyane yên dijî Erdogan ya di 16ê Gulanê de têne sucdar kirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku di nav wan 19 kesan de, berpirsê tîma parastina Erdogan Muhsîn Kose jî heye.