Erdogan: Li Bakurê Sûriyê Pevçûn Berdewam Nakin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan îro roja Înîyê dîyar kir ku li herema bakurê rojhilata Sûrîyê ya ku Tirkîyê erîş dikir û piştî Ankara û Washington li ser agirbestek û vekişana hêzên Kurdan ji vê heremê lihev kiribûn pevçûn berdewam nakin.

Îro, serê sibeha roja Înîyê, tevî dîyarkirina agirbestek penc rojan da ku Hezên Kurdan ji herema ewle ya ku hatibu pîlan kirin vekişin, dengê bpmbebaranê ji sînorê Surîyê û Tirkîyê tê bihîstin. Di heman demê de Washington jî dibeje peyman tenê bo beşek herema ya ku Tirkîyê armanc dikir ku dest bide ser, hatiye qabul kirin.

Lêbelê, Erdogan got ku li gor lihevkirina wan bi Amerîkayê re, ewê "herêma ewle" 440 km (273 mîl) li seren sere sînorê Tirkiyê bi Sûriya re û ji aliyê rojhilata Tirkîyê jî heta sînorê bi Iraqê re bi kûrahiyek 20 mîlî (32 km) bibe.

Erdogan ji rojnamevanan re piştî nimêja Înîyê li Stenbolê ragihand ku Amerîka û karbidestên Tirk dê di têkiliyek domdar de bin da ku peyman bi hev re were bicîh bikin.