Erdogan Ser Mijara Beşdarbûna Kurdan ya Konferansa Sûrî de Diçe Rûsya

Ofîsa serokomarîya Tirkîyê da zanîn ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dê di 13’ê Mijarê de serdana bajarê Soçî ya Rûsya bike û dû re jî di 14’ê mehê de wê here Kuweytê.

Serdana Erdogan ya Rûsya di vê demê de tê ku Tirkîye dixwaze sîstema berevanî ya S-400 ya Rûsî bikire û naxwaze Kurdên Sûrîyê beşdarî civîna aştî ya bi piştgirîya Rûsya bin ku li ber e di 18’ê Mijdarê de were darxistin.

Her du dewlet, hefteya borî hin gavên nû avêtibûn ku peywendîyên xwe vegerînin asta normal û Rûsya jî hin qedexeyên ser derkirîna berhemên Tirkîyê yên wek firengî (temetos) rakiribûn.