Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku hêzên wî di demeke nêzîk de navenda bajarê Efrînê dorpêç bikin.
"Di rojên pêş de, emê bi lezûbezî navenda bajarê Efrînê dorpêç bikin. Em neçûne wê derê ku herêmê bişewitînin. Armanca me avakirina herêmeke ewle ya jibo penaberên Sûrî yên nav Tirkîyê ye,” Erdogan îro li parlemana Tirkîyê got.
Ji destpêbûna şerê navxweyî ya Sûrî vir ve, pirtir jî sê mîlyon Sûrî niha li Tirkîyê dijîn. Tirkîyê meha borî dest bi operasyoneke dijî Efrînî kiribû ku bi zarê wê “herêmê ji terorîstan paqij bike.”