Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku ewê di demeke nêz de bi tank û hêzên bejeyî êrîşî mîlîtanên li Sûrîyê bikin.
"Em ev çend roj in ku bi firok, top û çekên xwe li terorîstan dixin. Bi îzna Xwedê emê di demeke zûtir de bi tankên xwe, leşkerên xwe, wan hemûyan ji holê rakin.”
Daxuyanîya Erdogan di vê demê de tê ku du jêderên leşkerî yên Sûrî ji Reutersê re ragihand ku topbaranên Tirkîyê bingehên Kurdan û cîhên din li nêzîkî bajarên Til Rifat û Kobanê li Sûrîyê didomin.