Erdogan Ser Encamên Hilbijartinan Bang li Alîgiran Dike ku Reşbîn Nebin

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku ew ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê nirxandinan dikin.

Erdogan di bernameyeke pîrozkirina eyda Remezanê de dîyar kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) tevî hûrgilîyan ser encaman dixebite.

‘’Em jî wek her partîyê hilbijartinan dinirxînin, emê binirxînin. Bê ku em xwe li hêsanîyê bigirin, em peyamên ku hemwelatîyan di sindoqan de dane tevî hemî hûrgilîyan dixwînin û analîz dikin.’’

Wî got ku ewê di rojên pêş de ser encamên hilbijartinên danûstandinên hîn berfireh bikin.

Serokê Tirkîyê bi bîr xist ku ew di 17 hilbijartinên 22 salan de tim bi ser ketine û bang li alîgirên AKP’ê kir ku reşbîn tevnegerin.

AKP di hilbijartinên 31’ê Adarê de ket rêza duyê û di desthilata xwe de cara pêşî têk çû.

Di hilbijartinan de, li gor encamên ne fermî Partîya Gel ya Komarî 37,8 ji sedê dengan, AKP 35,5 ji sedê dengan, Partîya Jinûve Refahê (YRP) 6,2 ji sedê dengan û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) 5,7 ji sedê dengan wergirtibû.

CHP’ê bajarvanîyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê di destê xwe de girtin û hin bajarên din yên ku lê bi salan bi ser neketibû qezenc kirin.

AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de 44,33 ji sedê dengan sitandibû.

Jêder: ANKA