Ofîsa serokomarîya Tirkîyê ragihand ku serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê sibê Pêncşemê serdana Tirkîyê bike û li Enqerê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê bike.
Ofîsê ragihand ku pêşî her du rêber yek û yek hevdîtinê bikin û dû re civata Hevkarîya Asta Bilind ya Tirkîye û Îranî wê civîna xwe ya hêştan li dar bixe û di hevdîtinê de peymanên nû yên hevkarîyê wê werin girêdan.
Di civînan de gavên jibo xurtkirina hevkarîya aborî, bazirganî, enerjî, gihandin û sektora berevanîyê wê werin nirxandin.
Di hevdîtina Erdogan û Reîsî de herwiha şerê Îsraîl û Hamasê yê li Gazayê û hewilên jibo agirbesteke mayînde li wê herêmê jî wê cîhekî girîng bigire.
Li gor ragihdina Tirkîyê, Erdogan û Reîsî herwiha rewşa Başûrê Qafqasya û Sûrîyê jî gotûbêj bikin û li ser mijara hevkarîya dijî terorê jî binirxînin.