Armanca Piştgirîya Erdogan ya jibo Hamasê Çi Ye?

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê got ku rêxistina çekdar ya Filîstînî, Hamas ne rêxistineke terorê ye û ew jibo berevanîya ax û gelê Filistînî şer dike.

“Welatên Rojava Hamasê wek rêxistineke terorê dibînin…Ew deyndarên Îsraîlê ne, lê deynê Tirkîyê ji Îsraîlê re tuneye… Hamas ne rêxistineke terorê ye, ew komeke rizgarîxwaz ya mucahîdan e ku tekoşîna parastina axên xwe û hemwelatîyên xwe dide.”

Karanîna gotina “mucahîd” taybetî balkêş e jiber ku ew peyîva Erebî bo wan kesîn ku jibo bîrdozîya xwe şer dikin, tê xebitandin.

Erdogan cîhana Rojavayî jî bi tundî rexne kiribû ku piştgirî dide Îsraîlê û çavên xwe ji êş û azarên Filîstînîyan re digire.

Pisporê Brîtanî yê Îsraîlî Jonathan Spyer ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka re got ku ew bi gotinên Erdogan yên derheqa neheyîrîye.

“Daxuyanîya Erdogan ku Hamasê wek 'komeke rizgarîxwaz' bi nav dike, di çarçoveya sîyaseta wî ya giştî ya piştgirîkirina Sunnîyan û komên cîhadî yên li seranser herêmê de ye. Loma divê ti kes matmayî nebe.”

Spyer bawer dike ku pêngava Erdogan ya normalkirina peywendîyên bi Îsraîlê jî bi taktîkî bû.

“Nêzîkbûna bi Îsraîlê di cewhera xwe de bi tevahî jiber sedemên taktîkî bû û nûnertîya nêrînên kûr yên Erdogan û yên partîya wî nake, ku koka wan digiheje xeta Biratîya Misilmanan (Îxwan) ku Hamas jî berhema heman bîrdozî ye. Meriv dikare bêje ku ev daxuyanî vegera wê sîyasetê ye.”

Spyer bal dikşîne ku Tirkîyeya bin rêbertîya Erdogan mazûvanîya rêberên Hamasê dike.

“Ofîsa Hamasê ya li Stenbolê yek jî navendên plankarîya êrîşa terorîstî ye ku sê Îsraîlîyên gênc kuştibûn û ew yek di wê salê de bûbû destpêka çerê navbera Îsraîl û Hamasê. Loma, wek rêberekî Îslamî, gotin û kiryarên Erdogan vê rastîyê nîşan didin.”

Berdevê Wezareta Derve yê Îsraîlê Lior Haiat roja Çarşemê daxuyanîya Erdogan ya derheqa Hamasê şermezar kiribû.

Haiat gotibû ku hewilên serokê Tirkîyê ya berevankirina Hamasê wê nikaribe terora ku cîhanê dîtiye veşere.

"Îsraîl gotinên tûnd yên Serokê Tirkîyê yên derbarê rêxistina terorîst, Hamasê bi xurtî red dike. Hamas rêxistineke terorîst ya rûreş e ku ji DAIŞ’ê xirabtir e û pitikan, zarokan, jinan û kalûpîran bi hovitî qir dike,” Haiat got.

Wezîrê Çand û Sporê yê Îsraîlê Miki Zohar jî li ser platforma X gotibû ku Erdogan piştgirîya terorîzmê dike.

Zohar gotibû ku êdî dem hatiye ku Îsraîl di peywendîyên xwe yên ligel Tirkîyê de nexşerêyeke nû dîyar bike.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî gotibû ku Hamas ji rêxistineke terorê xirabtir e.

“Min gotinên Erdogan bihîstin. Erka me ye ku kesên berpirsên qirkirin û kuştinkarîyan in, ji hemî dinê re nîşan bidin,” Hagari gotibû.

Parlamenterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) Vezîr Coşkun Parlak jî ji Dengê Amerîka re got ku Erdogan bi piştgirîkirina Hamasê dixwaze dilê hilbijêrên xwe şa bike.

“Piştî şerê Îsraîl û Hamasê li Tirkîyê girseyeke mezin piştgirî da Hamasê û Fîlîstînîyan. Tevî ku Erdogan hin tiştan gotibin jî, piştgirên wî li benda daxuyanîyên xurttir bûn.

“Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Hamasê wek komeke berevanî û rizgarxwaz ya Filîstînîyan nîşan dide. Ev gotinên wî bi tevahî jibo sîyaseta navxweyî ne. Erdogan dixwaze ku derdorên ku piştgirî didin Hamasê li dora xwe bicivîne.”

Parlak bawer dike ku sedemeke din ya daxuyanîya Erdogan ya vî rengî ew e ku Erdogan bi van gotinan dixwaze li ser cîhana Îslamî bandor bike.

Tirkîyê ser êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê kuştina sîvîlan şermezar dike û bang li Îsraîlê dike dawî li helwesta ku dijî kir ku tund tevnegere.

Enqere êrîşên Îsraîlê yên li Gaza bi awayekî xurt şermezar dike û dibêje ew dikare jibo rawestandina girjîyê navbeynkarîyê bike.

Tirkîye berî gurbûna girjîyê hewil dida ku peywendîyên xwe yên xirab yên bi Îsraîlê re baş bike, lê Erdogan got ku jiber bûyerên li Gaza wî planana xwe yên jibo serdana Îsraîlê betal kiriye.

Dewleta Tirkîyê jibo endamên Hamasê mazûvanîyê dike û ser girjîya Îsraîl û Filîstînîyan çareserîya bi du dewletan pêşnîyar dike.