Erdogan Dewletên Rojavayî bi Lawazbûnê Tawanbar Dike

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pencşemê welatên Rojavayî derbarê kuştina sivîlan li Gaza bi qelsîyê tawanbar kir û bang li welatên Misilman kir ku li hember kiryarên Îsraîlê helwesteke yekbûyî nîşan bidin.

Erdogan, ku kiryarên Îsraîlê yên li Gaza bi tundî rexne dike, îro li civîna Rêxistina Hevkarîya Aborî ya bi 10 endamî li Taşkent paytexta a Ozbekistanê ev daxuyanî da.

“Dewlet û rêxistinên Rojavayî van komkujîyên Îsraîlê ji dûrve dişopînin, lê kujerên zarokan rexne nakin û ew qels in ku banga agirbestêkê bikin. Ger em wek Misilman îro dengê xwe bilind nekin emê kengê dengê xwe bilind bikin?”

Erdogan herwiha got ku Tirkîye wê bo pêkanîna agirbestê û rêgirtina ber belavbûna şer hewlên xwe yên dîplomatîk bidomîne.

Rêxistina Hevkarîya Aborî ji pênc welatên Asyaya Navîn û herwiha ji Tirkîye, Îran, Azerbaycan, Pakistan û Afganîstan pêk tê.

Jêder: AP