Erdogan Îsraîlê Careke Din bi Tawanên Dijî Mirovahîyê Tawanbar Dike

People take part in a pro-Palestine rally in Istanbul

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê di Hilcivîna Rêxistina Dewletên Tirk de, li Astana ya Qazaqistanê ser rewşa li Gaza axifî û kiryarên Îsraîlê yên li wê derê wek "tawanên dijî mirovahîyê" bi nav kir.

"Ev 28 roj in li Gaza tawanên dijî mirovahîyê têne kirin. Li Filîstînê li ber çavê hemû cîhanê trajedîyeke mirovahî ya heya niha nedîtî diqewime. Îsraîl nexweşxane, dibistan, mizgeft, dêr û kampên penaberan bombebaran dike û ti sedeme ku bikaribe vê hovîtîyê rave bike tuneye.”

Erdogan dîyar kir ku ti sedem nikare kuştina hovane ya zarokên bê guneh rewa bike û ew ji 7’ê Cotmehê vir ve şahidîya wê yekê dibin.

Serokê Tirk banga agirbesteke mirovahî ya demûdest kir û got ku Tirkîye ser rêyên ku ewlehîya her kesî dixebite û bingeha darxistina konferanseke aştyê ya navnetewî ava dike.

Bi alîyekî din ve, Ofîsa Kordînasyona Alîkarîya Mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA îro Înê ragihand ku bo peydakirina hewcedarîyên merivên li Gaza û Kenara Rojava demûdest 1.2 mîlyar pêdivî ye.

Berdevikê OCHA Jens Laerke dîyar kir ku 2.7 mîlyon Filîstînî li Gaza û 500 hezar jî li Kenara Rojava jiber dorpeç û êrîşên Îsraîlê di rewşek pir dijwar de ne û bi rengekî pir lezgînî pirtir alîkarî hewce ye.

OCHA di 12’ê Cotmehê de jibo piştgirîkirina nêzî 1.3 mîlyon Filistînî bo banga komkirina 294 mîlyon dolaran kiribû, lê Laerke da zanîn ku heta niha tenê 24 mîlyon dolar hatiye civandin.