Erdogan Dibêje Ewê di Hilbijartinan de Cara 18'an Serfiraz Bin

Erdogan û Kurum

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ewê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de cara 18’an biserfiraz bin.

Erdogan dîyar kir tevî teror, pevçûn û koçberîya li dora wan ew bê ku ji rê derkevin heta îro hatine.

‘’Me Partîya Dad û Pêşvebirinê di sala 2001’ê de ava kir. Piştî 15 mehan em bi ferqeke mezin bi serketin û me berpirsîya rêvebirina Tirkîyê girt ser xwe. 21 sal in em jibo miletê xwe xizmetê dikin.’’

Erdogan bi bîr xist ku ew heta niha di 17 hilbijartinan de bi ser ketine û dîyar kir ku ewê di hilbijartinên 31’ê Adarê de jî bi ser kevin.

Bajarên mezin yên mîna Enqere û Stenbolê di hilbijartinên 2019’an de ketin destê muxalefetê û tê zanîn ku Erdogan bi taybetî dixwaze Stenbol jinûve were sitandin.

Berbijarê AKP’ê yê Stenbolê Murat Kurum e ku berê ser bajarvanî û îqlimê wezîrî kiriye.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku jinûve berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, di rojên borî de got ku Erdogan her roj di axaftinên xwe de ser wî û Stenbolê dipeyîve û dîyar kir ku zararê dide berbijarê xwe.

Îmamoglu got ku divê berbijar bipeyîvin û jibo bajarvanîya Stenbolê gelê bajêr jî li gor kar û performansan biryarê bide.

Jêder: X