Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) girtina nûnera xwe û du kesên din ya ji alîyê Tirkîyê ve, bi sedema “belavkirina propogandaya terorîzmê” şermezar dike.
Sekreterê Giştî yê Rojnamevanên Bê Sînor Christophe Deloire îro Înê got ku girtina rojnamevanan ne meşru ye û armanca wê çavtirsandina azadîya rojnamegerî ye.
Deloire ew daxuyanîyên xwe li pêş Girtîgeha Metrîs ya Stenbolê dan ku her sê rojnamevan lê tên girtin. Wî got, girtina sê kesan, ne tenê gefan li ser azadîya wan dike, lê azadîya hemî hemwelatîyên Tirkîyê dixe bin metirsîyê.
Nûnerê RSF yê Tirkîyê Erol Onderoglu, rojnamevan Ahmet Nesîn û akademîsyen Şebnem Korur Fîncanci roja Duşemê hatibûn girtin, bi sedema ku wan beşdarê kempeyneke piştgirîya rojnameya Kurdî, Ozgur Gundem bûbûn.