RSF Dibêje Erdogan bi Nêzîkbûna Hilbijartinan re Givaştina Ser Medyayê Zêde Kiriye

Rêxistina Rojnamevanan Bê Sînor (RSF) ragihand ku Tirkîyê di endeksa azadîya medyayê de ji nav 180 dewletan 16 rêzan paşve çûye û ketiye rêza 165’an.

RSF’ê dîyar kir ku Tirkîye bi vê paşveçûnê ji kategorîya kêşebar ketiye rewşa xirab.

Li gor rapora RSF’ê, li Tirkîyê 90 ji sedê medyaya neteweyî di destê hikûmetê de ye û li wî welatî 31 rojnamevan û xebatkarên medyayê li girtîgehê ne.

RSF dîyar dike ku li Tirkîyê otorîterî zêde bûye û ew jî rê li ber piralîbûna medyayê digire.

Rapor herwiha bal dikşîne ku ku hemwelatîyên Tirkîyê di salên dawî de jibo nûçeyan berê xwe didin medyayên xwe serbixwe yên wek VOA, BBC, Deutsche Welle, Fox TV û Halk TV.

"Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi nêzîkbûna hilbijartinan, givaştina ser rojnamevanan zêde dike ku bala ji ser paşveçûna demokratîk û aborî rake. Li Tirkîyê bi taybetî piştî hilbijartinên herêmî yên 2019’an zexta ser rojnamevanan zêde bûye."

RSF bi bîr tîne ku di endeksa wê de Norweç, Îrlanda û Danîmarka di rêzên pêşîn de ne û 3 dewletên rêza herî dawî jî Koreya Bakur, Çîn û Vîetnam in.

Li gor raportê Amerîka jî li gor rapora borî 3 rêz paşve çûye û ketiye rêza 45’an.