RSF Daxwaza Berdana Rojamevan Barzan Husên Lîyan Dike

Rêxistina Rojnamevanan Bê Sînor (RSF) bi daxuyanîyeke nivîskî daxwaza berdana rojamevan Barzan Husên Lîyan kir ku di 15'ê Tebaxê de li bajarokê Girkê Legê, li Rojava hatiye desteser kirin.

RSF dibêje ku xebatkarê berê yê ARK TV, Lîyan ji alîyê 6 kesên bi rûberk (mask) hatiye desteser kirin û bi destên kelepçekirî ji ofîsa xwe hatiye birin.

RSF ji zarê dîdevanan radigihîne ku ew 6 kes xwe wek endamên Asayîşê dane nasandin, lê malbata wî heta niha nekarîye ser rewşa wî agahîyek wergirta.

RSF dide zanîn ku hewilên wê yên zanîna agahîyên ser rewşa Lîyan bê encam mane jiber ku ne rêvebirîya sivîl ya Kurdan ne jî ya leşkerî ti agahî nedaye.

RSF hişyarî dide ku li Kurdistana Sûrîyê rewşa xebatê ya rojnamevanan ji sala 2022’yan vir ve bi awayekî pirtir neyarane dibe û hember rojnamevan astengî tên danîn.