Kurdên Sûrîyê bawer dikin ku serkeftina Erdogan di hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê de, dê bandoreke rasterast li ser rewşa Sûrîyê û Kurdan bike.
Mijarên asayîkirina peywendîyên Tirkîyê û Sûrîyê, gefên Tirkîyê li ser herêmên Kurdên Sûrîyê û çarenivîsa penaberên Sûrî li Tirkîyê, dê di qonaxa bê de çawa bin?
Penaberên Sûrî li Tirkîyê
Li gor amarên wîzareta navxweyî li Tirkîyê, hejmara koçberên Sûrî li Tirkîyê 3 melyon û 380 hezar kes in.
Doseya koçberên Sûrîyê di hilbijartinan de yek ji mijarên herî gerim bû.
Kurdên Sûrîyê bawer dikin ku Erdogan neçar e soza xwe ya derbarê vegeranda penaberên Sûrîyê pêk bîne û hejmara wan li hundirê Tirkîyê kêm bike.
Lazgîn Îbrahîm, lêkolînerê sîyasî yê Navenda Firatê li Qamişlo bawer dike ku gotara kînê li dijî Sûrîyên di hundirê Tirkîyê de bilind bû ye.
Wî got,"niha Erdogan neçar e ku sozên xwe yên hilbijartinê derbarê vegera penaberên Sûrîyê bo nav axa Sûrîyê cîbicî bike"
Li gor amarên Rêveberîya Xweser, nêzîkî 500 hezar Kurdên Serêkanîyê û Efrînê piştî êrîşên Tirkîyê sala 2018 û 2019an, derbider bûne.
Rêxistinên mafên mirovan yên xwecihî dibêjin ku desthilata Tirkîyê derbider û koçberên Sûrî yên Ereb li deverên Kurdî yên jêr kontrola wê de bicih dike.
Şêrwan Ehmed yên 46 salî tevî malabata xwe ji 2018 an ve ji Efrînê derbiderî Qamişlo bû ye, ew jî dibêje niha malbateke Erebên bajarokê Xûta Şerqîye yê gundewarê Şamê li mala wî dimîne.
Şêrwan got, "Ev guhertineke demografîk e, ne vegera ewle ya koçberan e."
Gefên Dijî Kurdên Sûrîyê
Tirkîyê ji sala 2016an ve 3 oprasyonên leşkerî li Sûrîyê pêk anîne, du oprasyon ji wan dijî herêmên Kurdan bûn.
Tirkîyê sala 2018 an Efrîn kontrol kir, û 2019an Serêkanîyê û GirêSpî hatin kontrol kirin.
Alîyên sîyasî yên Kurdên Sûrîyê di wê bawerîyê de ne ku bi serkeftina Erdogan dê gefên Tirkîyê li ser herêmên Kurdî li Sûrîyê zêdetir bibin.
Meclîsa Sûrîya Demokratîk (MSD) ku nûnertîya Sîyasî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dike, bawer e ku sîyaseta derve ya serokê Tirkîyê li ser dijminatîya Kurdan tê ava kirin.
Hemze Baqî, ku endamê ofîsa peywendîyan ya MSDê ye, bawer nake ku wê gefên Tirkîyê yên ji herêmên Kurdên Sûrîyê bêne rawstandin.
Baqî got, "wê piştgirîya xwe ji komên çekdar ên girêdayî opozîsyona Sûrîyê zêde bike, û dibe ku operasîyoneke leşkerî jî pêk bînin."
Peywendîyên Tirkîyê û Sûrîyê
Li gor sîyasetmedarên Kurd, mijara asayîkirina peywndîyên rejîmên Sûrîyê û Tirkîyê li jêr sîwana Rûsyayê, dê berdewam bikin.
Di 10ê Gulana îsal de, civîna çarqolî ya wezîrên Rûsîya, Tirkîyê, Sûrîyê û Îranê li Moskoyê hat lidarxistn, û yek ji biryarên vê civînê avakirna komîteyekê bû ji bo asayîkirina peywendîyan.
Hesen Remzî, Berpirsê ofîsa ragihandinê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) dibêje ku "mijara vegerandina peywendîyan di navbera Sûrîyê û Tirkîyê de dê berdewam be û her du alî dê hewl bidin ku mercên xwe ferz bikin."
Di salên berê de têkilîyên Tirkîyê û derdorê di qunaxên neyênî re derbas bûne, nexasim di mijara destêwerdana Tirkîyê di şerê navxweyî yê Sûrîyê de.
Li gor çavdêran, 5 sal li pêş Erdogan in, ku ewê çawa Tirkîyê bi rê ve bibe, bi taybetî di warê peywendîyên derve û hebûna Tirkîyê di nav axa Sûrîyê de, û her wiha têkilyên wê bi Kurdên Sûrîyê re. Ev yek dê li dirêjîya pênc salên bê werin eşkere kirin.