Rovîyên li Derdora Kongresa Amerîka Mirovan Metirsîdar Dikin

Rovîyê ku li nêzî avahîya Kongrêsa Amerîkî hatiye girtin, Washington DC, 5 Nîsan, 2022

Li nêzî avahîya Kongresa Amerîka rovîyeke hate girtin ku rayedar xistin hişdarîyê; piştî ku roja Duşemê wî rovî êrîşî kongresmanekê eyaleta California kiribû.

Di demên dawî de li dorûberên avahîya Kongresa Amerîka gelek rovî hatin dîtin û jibo girtina wan û heywanên din, bang li sazîya kontrola heywanan hat kirin da ku wana dûr bixin.