Romanya Dibêje Êrîşên Rûsya Zararê Didin Ewlekarîya Deryaya Reş

Serokomarê Romanya Klaus Iohannis îro Duşemê dîyar kir ku jiber Rûsya ewlekarîya Deryaya Reş ketiye rîskê.

Iohannis got ku êrîşa Rûsya ya li bendergeha Çemê Danube kiriye ku ew ser ewlekarîya Deryaya Reş bikevin fikaran.

Dîmenên amator yên ser medyaya civakî nîşan didin ku dronên li bendergeha Reni ya li sînorê Romanya, piştî peqînê bandorê li alîyê din yê çêm jî dikin.

Karbidestên Ukrayna dibêjin ku hêzên Rûsî bê navber çar saetan êrîşên dronî birine ser binesazîya bendergeha Odesa.

Iohannis ji Twitterê êrîş dawî yên Rûsya yên dijî binesazîya sîvîl bi tundî şermezar kir.

Wî got ku girjîya dawî nîşan dide ku jibo ewlekarîya Deryaya Reş rîskên cidî çêbûne ku ew bandorê li korîdora dexlûdan û ewlekarîya xwarinê jî dikin.

Jêder: Twitter, AFP