Hatîye gotin Roman kiça bajêraye, lê romanivîs li civakên çandinyê jî serheldane û berhemên hêja gîhandine pertûkxana. Romanivîsê xort Sabrî Silêvaneyî êk jiwan e. Herçende nêzîkî 13 sala li Ewrûpa jiyay e berî vegerte Kurdistanê, lê romanên wî her wênekirina jîyan û civake Kurdî ye. Sabrî Silêvaneyî yê romanivîs mêvanê bernama Ferheng û Torê Kurdî bû û got, wî goman heye berhemên edebî yên Erebê Şemo û Ahmed Mûxtar Caf roman bin.
Sabrî Silêvaneyî li sala 1972 li Zaxo hatîye jîyanê û li bajarê Duhokê xwendina xwe li sala 1992 bi dûmahî îna ye. Lê rûkirîye penaberî yê û 13 sala li Holanda jîya ye. Wî li sala 1987 dest daye nivîsîna hozan û gotaran. Lê ji sala 1998 ê were dest bi nivîsîna romanê kirî ye.
Berhemên Sabrî Silêvaneyî
- Avamezin - 2004
- Bîst Sal û Êvarek - 2005
- Sîfra Silîvî - 2009
- Mariama- 2009
- Payîza Peyvan- 2008
- Ji Destpêkê heta Destpêkê - 2010
Jibo gûhdarî kirina hevpeyvîna digel birêz Silêvaneyî, fayîla dengî dagire û eger te gotinek yan têbînî liser bîr û bawerên wî hene, di valahîya xwarê de binivîse.