Reuters: Romanya Dibêje Parçeyên Drona Rûsî Ket Nava Axa Wê

Êrîşa dronî ya Rûsî ya ser Izmail

Wezîrê Berevanî yê Romanya Angel Tilvar îro Çarşemê got ku hin parçeyên droneke Rûsî ketine nava axa Romanya.

Malpera HotNews ji zarê kanala Antena 3 CNN ew agahî ragihand.

Hikûmeta Ukraynî roja Duşemê gotibû ku dronên Rûsî yên li nêzî Çemê Tuna (Danube) ketine nava axa Romanya û li wire peqîne.

Wezareta Derve ya Ukraynî gotibû ku ew êrîş nîşan da ku Rûsya ji hemî cîranên xwe re gefan çêdike.

Lê, Wezareta Derve ya Romanî îdiaya Ukrayna red kiribû û gotibû ku ti car êrîşa Rûsî hember ax yan avên netewî yên Romanî gefên rasterest çênekiriye.

Serokê Romanya Klaus Iohannis got ku êrîşên dronî yên Rûsî yek kîlometre nêzî sînorê Romanya yê bi Ukraynî û li ser bandera Izmail ya Ukraynî qewimî.

“Wezîrê me yê berevanîyê ji min re got ku êrîş li 800 metre nêzî sînorê me çêbû. Êrîşeke pir pir nêzîk bû,” Iohannis di preskonferanseke hevbeş ya bi hazirbûna Serokwezîrê Luksemburgê Xavier Bettel got.

Lê, Serokê Romanyayî got ku ti parçe, ti dron yan beşeke alaveke din neketiye nava axa Romanya.