Li ser astê Herêma Kurdistana Îraqê dadgehkirin û zîndanîkirina 5 rojnamevnan û çalakvanên civaka sivîl ji aliyê dadgeha tawanan ya Hewlêr bûye cihê nerazîbûn û xemgîniyê û daxwaza pêdaçûna sizayê ku hatiye birîn bihê kirin û ew kes bihên azad kirin.
Her 5 Çalakvan û Rojnamevnanên herêma Badînan, li gor mada 1 ya qanûna hejmar 23 ya sala 2003ê bi tawana ajantî û têkdanê hatine sizadan. Lê parlementerên li dadgehê amade bûbûn dibêjin, dadgeh rast nabêje ti belge û dokumêntên ku wan kesan ajantî-sîxorî) yan têkdan kirîye nebûn.
Gulistan Saîd seroka fraksyona tevgera Goran di Parlemena Herêma Kurdistanê de ku li dadgehê amadebûbû gote Dengê Amerîka "Raste rûniştina dadgehê vekirî bû, rê dida û em weke parlementar beşdarbûn, lê serederiya li gel malbatên girtîyan xerab bû, nehiştin ew li dadgehê amade bibin û bêne di nav hola dadgehê de."
Vê jî bixwîne: Çalakvanên Badînan li Hewlêr Tên Dadgeh KirinGulistan zelal dike û dibêje, ti belgeyek nehat dîtin ku diyar bike kesên tawanbar karên têkder kirî bin, tenê grûpeke messangerê hebû ku rojnamevan û çalakvanan bû gehiştina pêzanîna û agahiyan ji xwe re saz kirbû, ev jî ne tawane, weke Gulistan dibêje.
Piştî sizadana 5 rojnamevan û çalakvanan li ser astê Herêma Kurdistanê û rêxistinên navnetewî nerazîbûnan serî hildan û li ciyên cûda yên Herêma Kurdistanê xwepêşandanên nerazî şêbûn û biryara dagehê proteso kirin.
Hin aliyên siyasî û partiyan jî daxuyaniyên şermezar kirina dadgehê ragihandin û nerazîbûn li dij biryarê nîşan dan. Û dan zanîn ku nabe pirsa rojnamevan û çalakvanan bibe bazara duberiyên siyasî û li gel desthilata dadweriyê bihê têkel kirin.
Rahman Xerîb Rêxerê Mîtro Senter jibo Beravanîkirina ji Azadiya Ramanê û Rojnamevnana, biryara dadgehê weke bûyerek çaverê nekirî niraxan û gote Dengê Amerîka"Biryarek dilreq bû, biryarek bû bîra giştî pê qayil nedibû, hêvîdarîn ew bê edaletiya li dadgeha Hewlêr çêbû, dadgeha temîzê wê rast bike ve."
Nerazîbûn ewqas zêdebûn, Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistanê neçar bû, daxuyaniyekê bide û proseya dadgehkirinê weke proseyeke asayî û zelal binav bike weke di daxuyaniyê de hatiy"Porse li ser bingeha dadweriyê bûye, rêkên yasayî û redkirinê di biryara dadgehê de hene, helbet parêzer dê reda xwe jibo dadgeha temîzê jî hebe."
Rojnamevan Azad Osman sizadana hevpîşeyên xwe yên rojnamevan û çalakvan weke ne edaletî binav kir û got, ev dosya nûnertiya hemî mirovatîyê û rojnamevnana dike û neheqîyeke li hember azadiya ramanê û azadiya rojnamegerî û ra derbirînê.
Ji hejî bîrxistinê ye ku hejmarek din ya rojnamevan û çalakvanan di zîndanê de ne li Herêma Kurdistanê lê proseya dadgehkirina wan hêjî bidawî nebûye û dadgehê biryara xwe ya dawî derbarê kesên girtî nedaye.
Li herêma Kurdistana Îraqê di demên cû de, bi taybet li herêma Badînan hejmarek rojnamevan û çalakvan hatine girtin, dema rexne li desthilata herêmê girtine û daxwaza mûçeyên karmendan kirine.
Your browser doesn’t support HTML5