Li Rûsya 5 Rojnamevanên Medya Serbixwe Hatin Girtin

Arşîv: Girtina Rojnamevanan li Rûsya

Berpirsên Rûs, êvara Çarşem û roja Pêncşemê 5 rojnamevanên saziyên ragihandinê yên serbixwe di çarçoveya rêgirtina li hember her xwepêşandekê li dijî desthilatê hatin girtin.

Rêxistina sivîl OVD-Info, ya pispor di şopandina operasyonên tepisandin û binpêkirina de, piştrast kir ku polîs Ekaterina Anikievich ji 'Sota Vision' û Konstantin Jarov ji 'Ross News' di şevekê de girtin.

Li gorî agahiyên rêxistinê ji şahidekî ku li cihê bûyerê bû Jarof ji aliyê polîsan ve rastî lêdan û şîdeta bedenî hatiye.

Li gorî Ross News, mediya ku Jaroff lê kar dike gotîye, "Wan pê li min kirin, ling danî ser serê min, tiliyên min xwar kirin, û dema ku min hewl da ku rabim bi min keniyan."

Wî got ku ew ji serê xwe birîndar bûye, tiliyên wî ji cih çûne û xiliyane.

Tundiya ku ew rast hatiyê li dema kişandina dîmenê ku li nêzîkî mala Antonina Favorskaya encam dida pêkhat, ku rojnamevanek din ya Sota Vision ku êvara Çarşemê yekser piştî serbestberdana wê piştî deh rojan ji binçavkirina îdarî bi tawana guhnedana polîsan hatbû girtin.

Parêzerê wê, Mikhail Biryukov, got ku li ma rojnamevanê êvara Çarşemê û herwiha mala dê û bavê wê, lêgerîn hatine kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, du rojnamevanên din yên bi navê Alexandra Astakhova û Anastasia Musatova ku piştî serbestberdana wê pêşwaziya wê dikirin ew jî hatin girtin û ji bo lêpirsînê birin.

Li gorî malpera Mediazona, ku pispora şopandina dozên qanûnî yên girêdayî opozîsyona Rûsyayê ye, doza li dijî Favorskaya bi çalakiyên tevgera opozîsyonê Alexey Navalny ve girêdayî ye ku di meha Sibatê de li girtîgehê mir. Dadweriya Rûsyayê rêxistinên girêdayî wî weke "tundrê" bi nav dike.

Favorskaya bi salan dadgehkirina Navalny şopand. Her ew bû ku vîdyoklîpa dawî ku Navalny dema yê sax bû, di 15ê Sibatê de di dema rûniştina dadgehê de kişandbû.

Li gorî Mediazona, ew di 17ê Adarê de hat girtin, çend demjimêran piştî ku wê destegul danîn ser gora opozisyonê koç kirî.

Jêder: AFP