Bi nêzîkbûna hilbijartinên giştî li Tirkîyê partîyên sîyasî jî xebatên xwe didomînin. Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) do Duşemê stratejîya xwe ya hilbijartinan dîyar kir.
BDP dibêje, ew bi berbijarên serbixwe beştarîya hilbijartinan bikin û di 8’ê vê mehê de hemî berbijarên xwe eşkere bike.
Rojnamevan û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Kenan Kirkaya, di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de qala biryara BDP’ê dike û amadekarîyên hilbijartinê dinirxîne.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jêrîn klîk bikin.