Karbidestên Gaza ragihand ku di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê ya roja Pêncşemê de 5 rojnamevanên Filîstînî li derveyê nexweşxaneyekê hatine kuştin. Lê artêşa Îsraîlî got ku wê êrîşî wesayîteke çekdarên Cîhada Îslamî kiriye.
Sendîkaya Rojnamevanên Filîstînî dîyar kir ku di êrîşekê Îsraîlê de 5 rojnamevanên kanala El-Quds Today hatine kuştin, dema ku ew di wesayîteke weşanê de li ber nexweşxaneya El-Ewdah ya li kampa El-Nuseyirat a penaberan li navenda Gazayê bûn.
Kanala El-Quds Today ku navenda wê li Gaza ye, êrîş wek komkujî bi nav kir û di daxuyanîyekê de li ser Telegramê got ku 5 kes "di dema ku erka xwe ya rojnamevanî û mirovahî pêk dianîn, hatin kuştin."
Kanalê nasnameya pênc rojnamevanên xwe wek Feysel Ebû El-Qumsan, Eymen El-Cadî, Îbrahîm El-Şêx Xelîl, Fadî Hasûna û Mihemed El-Lada'a eşkere kir.
Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyeke de got ku wan "êrîşeke biriye ser wesayîteke şaneyeke terorîst ya Cîhada Îslamî li hundirê herem Nuseyrat de bûn".
"Berîya lêdanê, jibo kêmkirina zîyangihandina sivîlan, jimarek gav hatin avêtin, "artêşê got.
Li gorî şahidên li Nuseyratê, mûşekek ku ji alîyê firokeyek Îsraîlê ve hat avêtin, li wesayita weşanê ya ku li derveyê Nexweşxaneya El-Ewda rawestiyabû, ket û di encamê de wesayît şewitî û kesên tê de jîyana xwe ji dest dan.
Baskê Rojhilata Navîn ya Komîta Parastina Rojnamevanan (CJP), got ku rêxistin " jiber raportên ku pênc rojnamevan û xebatkarên medyayê di hundirê wesayîta weşanê ya wan de bi êrîşeke Îsraîlê hatine kuştin, pir xemgîn e".
"Rojnameger sivîl in û divê her tim bên parastin," CJP got.
Sendîkaya Rojnamevanên Filîstînî dîyar kir ku ji destpêka şer di Cotmeha 2023’an vir ve zêdetirî 190 rojnamevanên Filistînî bi guleyên Îsraîlê hatine kuştin, herî kêm 400 jî birîndar bûne.
Îsraîl bi berdewamî armanckirina rojnamevanan red dike û dibêje ku ew gavên jibo ne lêdana sivîlan davêje.
Şerê li Kerta Gaza jiber êrîşa Hamasê ya li başûrê Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir, ku li gor daneyên Îsraîlê 1200 kes hatin kuştin û 251 kes jî wel dîl hatin revandin.
Di êrîşên Operasyona Îsraîlê yên li Kerta Gazayê de herî kêm 45,361 Filîstînî kes ku piraniya wan sivîl in, hatine kuştin li gor daneyên wezareta saxlemîyê ya Gaza ku di kontrola Hamasê de ye û NY pêbawer dibîne.
Jêder:Reuters, AFP