Piştî mehekê ji girtina rojnamevan Silêman Ehmed, parêzerek dibêje çarenivîsa wî ne diyar e û doseya wî di navbera dadgeh û asayîşa giştî de winda ye.
Nerîman Ehmed, parêzerê ku ji Silêamaniyê ye û malbata rojnamevanê nediyar destûrî daye wî ku li ser dosya wî lêkolîn bike, ji Dengê Amerîka re got "Em du parêzerên ji Silêmaniyê ne, du caran em çûne cem dadwerê Asyaîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê, bi armanca wergirtina wekalet û doseya Silêamn Ehmed."
Ehmed herwiha da zanîn ku "Dadwer ferman da me ku em biçin dosya wî bixwînin û wekaleta tawanbar bikin, lê dema em çûne asayîşê, fermana dadwer cibicî nekir bi behaneya ku tawanabr ne li cem wane.”
Roja 30ê Cotmeha 2023ê Silêam Ehmed rojnamevanê Roj News ji aliyê Asayîşa Duhokê ve hatbû girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.
Vê jî bixwîne: CPJ Bang li Herêma Kurdistana Îraqê Dike ku Rojnamevanê Rojnewsê Demûdest BerdeDuyemîn parêzerê ku ji aliyê malbata Silêman Ehmed ve li ser dosyayê hatiye wezîfedarkirin Zanyar Ezîz Heme ye.
Li gor yasaya Herêma Kurdistanê, her kesek bi tawanekê bê tawanbarkirin dikare parêzer hebe û dosya wî li dadgehan bimeşîne, lê jibo Silêman Ehmed Asayîş rê nade ku parêzer wî bibînin û berevaniyê lê bikin.
Li gor birgeya 1, 2, û 3ê ya yasayê, eger ku tawanbar daxwaz kir be ku parêzerê wî hebe, tawanbar dikare ti îfadek nede heta ku parêzer jê re tê destnîşankirin.
Heta ku eger tawanabr "Îmkan" jî nebin divê dadgeh parêzerekî ji wî re peyda bike.
Parêzer Nerîman Ehmed gote Dengê Amerîka "li gor lêpirsîn û lêkolîna me, rojnamevan ev 5 sale li Herêma Kurdistanê di beşê zimanê Erebî de jibo ajansa Roj News kar dike û ti pirsgirêkên yasayî yên mafê rûniştinê nînin, û xwedî paseporta Sûriye û bi serdan çûye cem malbata xwe li Sûriyê paşî vegeriyaye Herêma Kurdistanê."
Vê jî bixwîne: Metro Center Çarenivîsa Nedîyar ya Rojnamevan Silêman Ahmed Dipirse Vê jî bixwîne: Dayika Rojnamevan Silêman Ahmed Daxwaza Berdana Kurê Xwe DikeDengê Amerîka her ji dema girtina rojnamevan Ehmed doseya wî dişopîne û dayîka wî daxwaz ji aliyên berpirs dike ku kurê wê serbest berdin.
"Dizanim kurê min xeletiyan nake, kurê min, aligirê ti hêzekê nîne, tenê karê xwe dike, tenê dixwazim dengê kurê xwe bibihîzim," Dayîka Silêman got.