Di Encama Êrîşên Rûsya de Gelek Kes li Rojhilata Ukrayna Hatin Kuştin

Nexşeya herêmên Donetsk û Luhansk

Ofîsa Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy ragihand ku îro Sêşemê di encama topbaran û êrîşên hêzên Rûsî de, li bajarok û gundên Luhansk û Donetsk herî kêm 8 kes hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne; li Kremennaya, Popasna, Avdiivka, Maryinka, Toretsk, Vuhledar û Lymanske.

Walîyê eyaleta Kharkivê ya li bakurê Donbasê, Oleh Sinegubov, jî got ku di 24 saetên borî de, jiber topbaran û êrîşên mûşekî yên Rûsan, 5 kes hatine kuştin û 17 jî birîndar bûne.

SerfermandarOleh Sinegubov, ya giştî ya artêşa Ukrayna îro bi daxuyanîyeke ragihand ku hêzên Rûsî hewl didin ku kontrola tevahîya herêmên Donetsk û Luhansk ya li rojhilat bi dest bixin.

Artêşa Ukrayna da zanîn ku qonaxeke nû ya şer roja Duşemê dest pê kiriye; dema ku 'dagirkeran hewl dan ku berevanîya me ya ser tevahiya eniya şer li herêmên Donetsk, Luhansk û Kharkiv bişkînin.'

Di daxuyanîyê de ku hevdem hat gotin ku hêzên Rûsî dorpêçkirin û topbarankirina ser Mariupol û ser bajarên din jî êrîşên mûşekî didomînin.