Berdevkê YPG'ê li Efrînê Rojhat Roj Êrîşên Dawî yên Tirkîyê Dinirxîne

Êrîşên artêşa Tirk li ser Efrînê di hefteya borî de zêde bûn,e. Êrîşên ku ji 3 alîyan tên, bajarê Efrînê, jimareke gund û bajarokan jî armanc kirin.

Derheqa bîlançoya van êrîşan, berpirsê navenda ragihandina YPG'ê li Efrînê, Rojhat Roj agahî bi me re parve kirin.

Roj gundên ku hatine topbaran kirin eşkere kirin û da zanîn ku di encama êrîşan de hin rûniştvanên sîvîl yên wan gundan birîndar bûne.

Roj dîyar kir ku hêzên YPG'ê bersîva êrîşan dane û eger êrîş bidomin, ewê helwesteke xurt nîşan bidin û bê deng namînin.

Roj îdia dike ku sedema van êrîşan, neyarîya hikûmeta AKP'ê ya dijî gelê Kurd e jiber hîn hebûna Kurdan qebûl nake.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku êrîşên artêşa Tirk li ser Efrînê ji roja Şemîyê vir ve bê navber didomin.

Your browser doesn’t support HTML5

NR_01_18_2018_Rojhat