Çavdêrîya Sûrîye ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pencşemê ragihand ku Tirkîyê 15 car êrîşên dronî birine ser heremên bakur û rojhilata Sûrîyê û di wan êrîşan de herî kêm 10 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
Rojnamevan Mihemed Hesen dibêje ku dronên dewleta Tirk kargehên petrol, îstasyonên elektrîkê û binesazîya herêmên bin kontrola Rêvebirîya Xweser armanc dikin.
Hesen ji zarê Asayîşa Rojava radigihîne ku di êrîşên Tirkîyê de 6 endamên Asayîşê û 4 jî sîvîl hatine kuştin.
“Tirkîye vê carê jî binesazîya herêmê dike armanc û li kargehên av û karêba û heta, firnên nan jî dixe ku xelk neçarî koçberî û derbiderîyê bike.”
Hesen bawer dike ku du hezên serekî li Sûrîyê, Amerîka û Rûsya bu şerê Ukrayna û bûyerên din mijûl in loma Sûrîye nema wek berê ji wan re girîng e û ew jî karê Tirkan hêsan dike.
Your browser doesn’t support HTML5
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan do Çarşemê gotibû ku du êrîşvanên ku dawîya hefteyê li Enqerê bombe peqandine, ji Sûrîyê derbazî welêt bûne.
Berpirsê navenda raghandina YPG’ê, Sîyamened Elî ji Dengê Amerîka re gotibû ku dewlet Tirk bi îdiayên wiha yên bê bingeh wek hecêt bi kar bîne ku êrîşên xwe yên ser Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê rewa bike.
Elî gotibû ku Tirkîye bi eşkereyî sîvîlan û binesazîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê armanc digire ku ew tawaneke dijî mirovahî ye.
Wî bang li hêzên garantor û Koalîsyona Navnetewî kiribû ku dijî wan gef û êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê, Mazlum Ebdî jî do Çarşemê ji ser tora medyaya civakî, X gotibû ku Tirkîye li bahaneyan digere da ku êrişî herêmên bin kontrola Kurdan de bike.
Your browser doesn’t support HTML5