Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Kenan Berekat, Berpirsê Karê Hindur yê Kantona Cezîre li ser rewşa giştî ya kantonê agahîyan dide.
Birêz Berekat dibêje, bi xêra tedbîrên wan yên ewlekarîyê û bi qehramanîya YPG û Asayîş herêmên Kurdan ewle ye.
"Piştî êrîşên esmanî yên Amerîkî gelek çeteyên DAÎÊ ji Îraqê direvin û ber bi Rojava tên. Niha li dora Ceza û çend deverên din çerên dijwar diqewimin."
Berekat li ser Kurdên Êzîdî ku niha li Kampa Newroz in agahîyên fireh dide û dîyar dike ku ew çi ji destê wan tê dikin ku birayên wan Êzîdî rehet bin.
Your browser doesn’t support HTML5