Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jibo perwerde û lênêrîna civakî ya jibo malbatên ji kampa Holê derketine li bajarê Reqa navendekê vedike.
Cîhad Hesen, Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî di Encumena Sivîl ya Reqa dîyar kir ku bi vekirina vê navendê çemd armancên wan hebûn.
"Armanca serekî ya vekirina navendê alîkarîkirina malbatên ku ji kampa Holê derketine ye. Dîsa, destekdayîna zarokên sêwî, jinên bî, kesên temen mezin û merivên bi pêdivîyên taybet û zerardîtîyên şer jî armancên din in."
Hesen got ku navend wê gelek xizmetkarîyên girîng pêşkêş bike.
“Malbatên ku ji Holê derketine jinûve tev li civakê bibin. Dîsa, belgeyên pêdivî ji wan re tên derxistin û di warên hawarçûnê, piştevanîya derûnî û tendirustî ve jî alîkarîya wan tê kirin”.
Hesen da zanîn ku navend wê bi hevkarîya Ajansa Amerîkî ya Pêşvêbirina Navnetewî (USAID) karê xwe bike.
"Herwiha wê dora 50 kes li navendê bixebitin û çaverê ye ku li Dêrezor û deverên din jî navendên nû werin vekirin,” Hesen got.
Hêjayî bîrxistinê ye ku ji sala 2020'an vir ve, piştî biryara Rêvebirîya Xweser ya bi navbênkarîya şêxên eşîrên Ereb, bi sedan malbatên Sûrî yên li kampa Holê diman, jibo deverên xwe yên resen vegerîn.
Hevserokê Ofîsa Karên Derbider û Penaberan li Bakur û Rojhilata Sûriyê, Şêxmûş Ehmed behsa astengîyên li pêş vegera ji kampa Holê kir û bal kişand ku piştrastkirina nasnameyan pirsgirêkeke mezin e.
“Pirsgirêka serekî girêdayî piştrastkirina nasnameya van kesan e ku ji kampa Holê vedigerin deverên weke Dêrezor, Reqa û Minbicê.
Hin alîyên navdewletî û sazîyên mirovahî soz dabûn ku alîkarîya me bikin, lê hîn jî em bi gelek alozîyên qanûnî, tendirustî û civakî rûbirû ne”, Ehmed got.
Wî herwiha bal kişand ser malbatên li kampa Holê ne û ji derveyî herêmên Rêvebirîya Xweser in.
“Nêzîkî 4 hezar malbat li kampê hene ku ji deverên rejîma Sûrî û yên bin destê Tirkîyê de ne û makanîzmeya vegera wan hîn jî astneg maye.”
Dîsa, pirtir ji 22 hezar penaberên Îraqî û 7 hezar bîyanîyên ji malbatên DAIŞê li kampê dijîn û Rêvebirîya Xweser gelek caran bang li welatên wan kiribû ku welatîyên xwe vegerînin.
Your browser doesn’t support HTML5