Vê hefteyê sala nû xwendinê li herêmên Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê destpê kir.
Li gor daneyên fermî yên Desteya Perwerdê ya Rêvebirîya Xweser, 860 hezar xwendekar sala xwendinê ya 2023-2024 destpê dikin.
Hejamara dibistanên ku amade ne pêşwazîya xwendekaran bikin 4 hezar û 130 in. Hejmara mamosteyan jî 43 hezar û 99 mamoste ye.
Hevseroka Desteya Perwerdeyê Semîra Hac Elî ji Dengê Amerîka re dîyar kir hin guhertin di sîstema dibistanan de hatin kirin.
"Wê roja Şemîyê jibo perwerdeya mamosteyan were veqetandin," Semîra Hac Elî got
Li gor biryara Desteya Perwerdeyê, roja Şemîyê wek bînvedan hat rakirin, û ew roj jibo pêşxistina mamosteyan bi mebesta hînbûna hîm û teknîkên nû yên fêrkirinê werin perwerde kirin.
3 rêbazên xwendinê li deverê hene
Li herêmên Rêvebirîya Xweser sê rêbazên xwendinê hene: li deverên Kurdî rêbaza xwendinê ya Rêvebirîya Xweser tê meşandin, li herêmên Reqa û Tepqayê rêbaza xwendinê ya UNICEF û li herêma Minbicê jî rêbaza xwendinê ya rejîma Sûrîyê tê karanîn.
Rojnamevan Ebdilhelîm Silêman dibêje ev yek cîhê nerazîbûnê ye li nav xilkê, jiber ku ew doza yekkirina rêbazên xwendinê dikin.
"Xelk ne wek sîyasetvanan perwerdeya zarokên xwe dinîrxînin, ew dinêrin ku ev mijareke pêdivî ye, ne sîyasî û îdyolojî ye.”
Desteya Perwerdê ya Rêvebirîya Xweser dibêje ku ew ligel projeya yekkirina rêbazên xwendinê ne. Li Minbicê hin materyalên rejîmê bi yên Rêvebirîya Xweser hatine guhertin.
247 dibistan jiber êrîşên Tirkîyê ji kar hatine derxistin.
Li gor daneyên fermî yên Desteya Perwerdê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, 247 dibistan jiber êrîşên Tirkîyê ser herêmê ji kar hatine derxistin.
Hejmara dibistanên wêranbûyî yên herî zêde li herêma Cizîrê ye, ku piranîya dibistinaên bakur û rojavayê Tiltemir hatine armanc kirin.
Li gor daneyên Rêvebirîya Xweser, di encama van êrîşên ser dibistanan de 22,908 zarok di warê xwendin û windakirina cîhê perwerdeyê de zirar dîtine.
Ji bilî xwendekaran jî, 2,237 mamoste jî jiber van êrîşan zirar dîtine.
Tevî hemû zehmetî û pirsgirêkên berdewam, Rêvebirîya Xweser dibêje ew hewl dide ku bi rêka hin rêxistinên mirovî yên guhdanê didin zarok û perwerdê sîstema xwendinê li herêmê li pêş bixîne.
Your browser doesn’t support HTML5