Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) îro Duşemê jibo piştgirîya gelê Îranê û şermezarkirina kuştina Jîna Emînî çalakîyek li dar xist.
Çalakî li Qamişlo, li pêş avahîya Neteweyên Yekbûyî bi rê ve çû û wêneyên Jîna Emînî û sloganên piştgirîya gelê Îranê hatin hildan.
Endamê desteya seroktîya ENKS'ê, Silêman Oso got ku ewê bi şandeke fermî derbazî avahîya Neteweyên Yekbûyî bibin û mameyeke şermezarkirinê radestî wan bikin.
Xwepêşander bi slogana “Jin, Jîyan, Azadî jinên beşdar piştgirîya xwe jibo jinên Kurdên Îranê nîşan da.
Endama Rêvebirîya Hevgirtina Jinên Kurd li Sûrîyê, Heyat Qiço jî got ku ewê bi berdewamî piştgirîya gelê Îranê bikin ku ji sîtemkarîyê rizgar bibin.
ENKS'ê di xwenîşandanê de bang li Neteweên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destêwerdanê bikin û piştgirî bidin gelê Îranê ku rastî kuştin û êşkenceyê tê.
Li herêmên Kurdên Sûrîyê gelek çalakî ji alîyê rêxistinên civakî û sazîyên Rêvebirîya Xweser jibo piştgirîya gelên Îranê û taybetî jî jibo jinên li wî welatî tên kirin.
Your browser doesn’t support HTML5