Îro şemîyê bi sedan xelkên Qamişlo li dijî êrîşa Turkîyê daketin kolanê, artêşa Tirkîyê doh Înê 31'ê Gulanê danê êvarî bi dronan du êrîş li gundewarê Qamişlo pêkanîn.
Êrîşa yekê, xaleke hêzên ewlekariyê yên HSD'ê li bajarokê Tilhemîs li gundewarê başûrê Qamişlo armanc girt, di encam de 2 şervanên HSD canê xwe ji dest dan.
Her wisa dirona Tirkîyê zevîyek çandinîyê li gundê Temîmê li navçeya Tilhemîsê armanc girt, di encam de 12 sivîl birînar bûn.
Di êrîşa duyan de, dîsan avahîyek li nêzîkî gundê Hatimîyê ya gundewarê rojavayê Qamişlo hat armanc girtin.
Li gorî Heyva Sor ya kurdî HSK'l ku dema ambulansên wan bi hawara birîndaran çûn, li cihên bûyerê, rastî êrîşan hatin, di encam de Ambulasek ji kar hat derxistin, û yeka din zararek mezin dît.
Li gorî agahîyan, ku rewşa birîndarên Sivîl bi giştî sivikbûn, piştî dermankirinê hejmarek vegerîyan malên xwe.
#المرصد_السوريمـ ـقـ ـتـ ـل وإصـ ـابـ ـة 14 بينهم قيادي في "#الدفاع_الذاتي" في اسـ ـتـ ـهـ ـداف مسيّرة #تركية لسيارتين في ريف #الحسكةhttps://t.co/Hqn0HZJ7MG
— المرصد السوري لحقوق الإنسان (@syriahr) May 31, 2024
Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov li Sûriyê(SOHR) ragihand ku di êrîşa dronên Tirkî de li gundewarê Hesekê ku otombîlek kirbû aramnc 14 kes hatine kuştin û birînadar kirin di nava kuştiyan de fermandarek Hêzên Asayîşê heye û herwiha di nava birîndaran de jin û zarok jî heye.
Your browser doesn’t support HTML5
Jêder: VOA/SOHR