Zimanê Kurdî li Sûrîyê salên dûr û dirêj ji alîyê desthilata Şamê ve dihat asteng kirin.
Loma zimanhez û çalakvanên Kurd bi awayekî veşartî hînî zimanê xwe yê zikmakî dibûn.
Lê, piştî destpêbûna krîza Sûrîyê û bi taybetî piştî damezrandina Rêvebirîya Xweser li herêmên Kurdî anku Rojava ya di sala 2014an, zimanê Kurdî geş bûye.
Îro zimanê Kurdî di fêrbûn û weşangerîyê de bi serbestî tê bi kar anîn.
Di vê derbarê de zimanzanê Kurd Hozan Robar dîyar dike ku, zimanê Kurdî li herêmên Rêvebirîya Xweser êdî weke zimanekî fermî cîhê xwe girtiye.
Ew herwiha balê dikşîne ku tevî sererastkirina kurtasîyên ku di salên borî de derdiketin, lê pêdivî hîn bi xebata jibo zimanê Kurdî yê yekgirtî heye, nemaze di warê terminologya zimanê Kurdî de.
“Divê sûd ji zaravayên Kurdî yên din jî were girtin. Ne tenê Kurmancî, ku termînolojîya berê di zaravayên Soranî, Zazakî, Hewramî û Kelhorî de heye, bibe xaleke hevbeş di nava beşên Kurdistanê de, bi armanca ji hev nêzîkirna zaravayên Kurdî.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku xwendingeha yekê ya bi zimanê Kurdî li Rojava bi serkêşîya Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) sala 2011an li Efrînê hatibû vekirin, piştre jî kolej û fakulteya Wêje û Zimanê Kurdî vebûbûn.
Çavdêr dîyar dikin ku tersî geşbûna zimanê Kurdî di bin sîya Rêvebirîya Xweser de, lê ev ziman li herêmên di bin dagirkerîya Tirkîyê de, anku Efrîn û Serêkanîy, rûbirûyî gefên pir mezin e û ketiye bin metirsîyan.
Hozan Robar dide zanîn ku fişarên li ser zimanê Kurdî li van herêman ji yên serdema desthilata rejîma Sûrî pirtir in, “Zimanê Kurdî li van herêman êdî li ber nemanê ye, jiber ku Tirkî û Erebî weke zimanên fermî tên sepandin û Kurdî hatiye paşguh kirin.”
Ew îdia dike ku serdestên Tirk heman sîyasetên li dijî Kurdan li Tirkîyê dimeşandin, li herêmên Kurdên Sûrîyê yên dagirkirî jî pêk tîne.
“Şerê zimanê Kurdî li herêmên Efrîn û Serêkanîyê tê kirin, ev jî dikeve çarçoveya guhertina demografîk ku Tirkîyê li herêmên Kurdî pêk tîne, çimkî ew dixwaze damarên Kurdan li herêmê jêbike û kok nemînin”, Robar dibêje.
Your browser doesn’t support HTML5