Roja Çerşema 9î Cotmehê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku wan dest bi êrîşa ser bakur û rojhilatê Sûriyê kirîye bo nehiştina Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ku hêzên Kurdan yên YPGê û YPJê bingeha pêkanîna hêzên HSDê ye.
Piştî 10 roja ji şerekî dijwar li ser sinoran, dehan kes hatin kuştin û birîndar kirin ku piranîya wan xelkê sivîl bûn û 100 hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn.
Li gur çavkaniyên fermî ji herêma Kurdistana Îraqê heta niha zêdetirî 12 hezar penaberên Kurd yên Rojava xwe gihandîye Herêma Kurdistana Îraqê.
Ji sedema van aloziyan roja Pêncşemê 17î Cotmehê şanda Amerîka û Tirkiyê li Enqerê li dor êrîşên Tirkiyê li nav axa Sûriyê rêkeftinek dualî îmze kirin ku ji 13 xalan pêk tê.
Hefteyekê şûn de, roja Sêûemê 22î Cotmehê dîsan Tirkiyê û Rûsiya bi Amadebûna Erdogan û Putin li Soçî peymanek din li serwşa bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anî.
Li dor van rêkeftinan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat Mazlum Kobanî roja Pêncşemê 24î Cotmehê di preskonferansekê de got wan ew rêkeftin erê nekirine, tenê wan agirbest û rawestandina şer erê kirîye, data û horgiliyên herdu rêkeftinan ne gihane wan û ewê wan rêkeftinan qebûl nekin.
Bo danûstendinên derbarê vê mijarê û çarenivîsa Kurdên Sûriyê, piştî van herdu rêkeftinan bernama "Hello Washington" mêhvandariya hersê berêzan Gelo Îsa endamê Serokatîya Partî Demokart a Kurdên Sûriyê ji Kobanê û berêz Abdullah Gedo endamê Desteya Birêveber ya Hevpeymaniya Ospozisyona Sûrî li Tirkiyê û herwiha berêz Yûnis Bahram, berpirsê Yaneya Kurdî-Almanî li bajarê Drêsden kir.
Pêşî berêz Gelo Îsa ji Kobanê got"Ew Hevpeymanên navnetewê û welatên ku xwe weke gerantor li Sûriyê dibînin, wan axa Sûriyê binpê kirîye ew dixwazin hêjî koçberî çê bibe û nerihetî hebe, jiber ku eger çi rêkeftina Amerîka û Tirkiyê be, yan ya Rûsya û Tirkiyê çaresrî bixwasta divê ji Tirkiyê re got baye, tenê tu ewlekarîya sinorên xwe nas bikî û derbasî nav axa welatek din nebî, bi taybet peymana di navbera Rûsiya û Tirkiyê de divê gelek xalên wê bihên şirove kirin, tiştê me erê kirî tenê agirbeste tiştên din dê bimînin bo danûstendinan, em xwe bi wê peymanê ve girê nadin û em xwe bi xalên wê ve jî girê nadin".
Herwiha berêz Abdullah Gedo dibêje"Ev rêkeftinên ku çêdibin , çi yên di navbera tirkiyê û Amerîka de çi jî yên di navbera Tirkiyê û Rûsya de, em wana bi rêkeftinên neçarîyê nav dikin, em weke tevgera Siyasî ya Kurdî weke gelê Kurd û wek Encûmena Niştîmanî ya Kurdî wan bi rêkeftinên neçarî dizanin em jê nerazîne, lê jiber ku dema berê tang û topan û şer kete di nav Kurdan de û şerê qirkirinê û şerê bajarên weke Serêkaniyê û Girê Spî kuştin û dizî çêbûn, divê rêyek hebe ku xelk bihên parastin û xelk bikarin saman û malên xwe biparêzin".
Berêz Yûnis Bahram jî anî ziman û got"Ne tenê Almaniya Ewrûpa bi tevayî hişyariyek li cem wan çêbûye, jiber ku wan weha didî ku Amerîka li wê herêmê ye û ew dikare çareserîyekê ji wê pirsgirêkê re bîne, lê piştî ku wan dî Amerîka pişta xwe da pirsa Kurdî û milletê Kurd li benda kuştinê ji aliyê Tirkîyê re hiştin, êdî ew neçar man li çareyekê bigerin, ne ji bo xatirê çavê Kurdan, belkî ew dibînin ku av gehişt bin wan jî, encax xanim Merkel û Almaniya û tevya Ewrup biryar dan leşkerên komşîn bişînin Rojava".
Your browser doesn’t support HTML5